NY: Bi hezaran Suriyeyî, vegeriyan welatê xwe
PeyamaKurd- Ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve ragihand ku di nav 6 mehên dawî de nêzîkî 2 hezar Suriyeyiyên ku li Urdunê dijiyan, vegeriyane welatê xwe.
Di daxuyaniya UNHCRê de hat destnîşankirin ku ji destpêka sala 2023yan heta niha 16 hezar û 529 Suriyeyî ji Iraq, Urdun, Misir, Tirkiye û Lubnanê vegeriyane welatê xwe.
Li gorî zanyariyên hatin eşkerekirin, hejmara Suriyeyiyên ku tenê ji Urdunê vegeriyan welatê xwe, di 6 mehan de gihîşt hezar û 941 kesan.
Hat ragihandin ku di sala 2021ê de 35 hezar û 624 û di sala 2022an de jî 50 hezar û 966 penaberên Suriyeyê vegeriyane welatên xwe.
Rayedarên UNHCRê ragihand ku rojane 91 penaber niha vedigerin Suriyeyê.
Her wiha li gorî amarên fermî; ji sala 2011an ve ku şerê navxweyî li Suriyeyê dest pê kir, zêdetirî 13 milyon welatiyên Suriyeyê neçar mane ku koçber bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin