Penaberên Kurdistanî û Iraqî ji Yûnanîstanê vegeriyan welatê xwe
PeyamaKurd – Penaberên Kurdistanî û Iraqî yên li Yûnanîstanê asê mabûn û daxwaza penaberiya wan jî hatibû redkirin, li ser daxwaza xwe ji Yûnanîstanê vegeriyan welatê xwe.
Serokê Dezgeha Lutke ya Karûbarên Penaber û Koçberan Arî Celal diyar kir, do danê sibê 140 penaberên Iraqî û Kurdistanî ku li Yûnanîstanê asê mabûn û daxwaza penaberiya wan jî hatibû redkirin, ji Yûnanîstanê vegeriyan welatê xwe.
Herwiha Arî Celal destnîşan kir, penaber bi daxwaza xwe vegeriyane. Di nav wan de, 40 penaberên Kurd hebûn ku 17 kes ji wan welatiyê Hewlêrê bûn û 23 kesên din jî weltiyê Silêmaniyê ne.
Serokê dezgeha Lutke da zanîn, kîjan penaber û malbatên penaber bixwazin bi daxwaza xwe vegerin, hêsankarî bo wan tê kirin û Hikûmeta Iraqê serê her kesî 2 hezar euro jî dide wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin