Yûnanîstanê penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî tazî kir pist re ew vegerandin Tirkiyê
PeyamaKurd – Federasyona Penaberan a Iraqî bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên ewlekariya Yûnanîstanê bi awayekî "hovane" li 42 penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî îşkence kirine û 12 ji wan tazî kirine, pişt re ew vegerandine Tirkiyê.
Federasyona Penaberan a Iraqî di daxuyaniyê de da zanîn, polîsên Yunanîstanê li dijî yasayên navdewletê bi awayekî nemirovanê li dijî penaberan muamele kirine.
Nûnerê Herema Kurdistanê yê Federasyona Penaberan a Iraqî Amanc Ebdulla destnîşan kiriye: “Polîsê Yunanîstanê îşkenceya psîkolojîkî û laşî li penaberan kiriye, pere û belgeyên wan ji wan stendine. Di kampa binçavkirinê de îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin.”
Amanc Ebdulla eşkere kiriye, ev demeke dirêj e ku penaber li Yûnanîstanê ne û do ew vegerandine Tirkiyê.
Penaberên ku ji Federasyona Penaberan a Iraqî re axivîn wiha dibêjin: “Piştî ku me desteser kirin, îşkence li me kirin. Belgeyên me ji me stendin. 12 hevalên me tazî kirin û bi zorê wan deportî bajarê Edîrneyê ya Tirkiyê kirin. Pişt re rayedarên bajarê Edîrneyê pêwîstiyên me yên cil û xwarinê peyda kirin, radestî Saziya Birêvebirina Koçê kirin.”
Federasyona Penaberan a Iraqî helwesta polîsên Yûnanîstanê ya li hemberî penaberan wekî "nemirovane" binav kir, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî wê bibin xwedî helwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin