Fuad Husên: Em vegerandina penaberên Kurd û Iraqî bi zorê ji Yûnanistanê qebûl nakin

12 February 2021 12:30 0 dîtin
Fuad Husên: Em vegerandina penaberên Kurd û Iraqî bi zorê ji Yûnanistanê qebûl nakin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Dr.Fuad Husên, do li paytexta Yûnanîstanê li Atînayê ragihand û got, ew vegerandina penaberên Kurd û Iraqî qebûl nakin.

Li gor Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Hûsên ji ajansa PiştîNewsê re derbarê vegerandina penaberên Kurd û Iraqî de axivî û diyar kir, Hikûmeta Iraqê vegerandina penaberên Kurd û Iraqî bi zorê ji Yûnanistanê qebûl nakin.

Dr. Fuad Husên herwiha destnîşan kir, civîna wî ligel Wezîrê Koç û Koçberan ê Yûnanistanê heye û heger daxwaz jê bê kirin ku penaberên Iraqî bi zorê vegerînin Iraqê, ew dê wê yekê red bikin û qebûl nekin.

Herwiha Dr. Fuad Husên eşkere kir, li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Yunanistanê, serdana Atînayê kiriye û peywendiyên bihêz di navbera Yûnanistan û Iraqê de heye.