Grûbên çekdar yên Nîjeryayê zêdetirê 8 hezar zarokên çekdar bikaranî

17 February 2022 01:41 0 dîtin
Grûbên çekdar yên Nîjeryayê zêdetirê 8 hezar zarokên çekdar bikaranî

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihandi ku li Nîjeryayê grûbên çekdar zêdedirî ji 8 hezarî zarokên çekdar bikaraniye.

Ev jimar li gor ragihandina rêvebirê baregeha seha Bonoyê yê Fon a Alîkariya Zarokan ya NY Phuong Nguyen e û her weha gotiye ku ji sala 2009 an heya niha ew çend zarok hatine bikaranîn.

Nguyen got ku ev kiryarên ku zarokan dixin sefên pêş yên şerî, nayên qebûlkirin û divê li Nîjeryayê dev ji zarokan berdin û wan nexin bin çekan. Hem divê hukumet ji bo zarok nekevin bin bandora şer ya neyînî, bêhtir bixebite.

Li Nîjeryayê Boko Haram ji sala 2009 an heya niha di êrîşan de li dora 20 hezar kesan kuştiye. Êrîş ne tenê li Nîjeryayê her weha ji sala 2015 an heya niha li Kamerûn, Çad û Nîjerê dewam dikin.