Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: 100 hezar Sûriyeyî ji Stenbolê hatin sandin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku, ji meha Tîrmehê û vir ve 100 hezar koçberên Sûriyeyî ji bajarê Stenbolê hatin şandin..
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duhî li Parlemana Tirkiyê ragihand, ji 12ê Tîrmeha borî ve, 100 hezar koçberên Sûriyeyî yên li ser bajarên din hatine qeydkirin û hatine Stenbolê, jê derkirine û vegerandina bajarên din.
Herwiha Suleyman Soylu got, îsal 86 hezar koçberên Sûriyeyî yên li ser bajarên hatine tomarkirin û li Enqerê ne, jê hatine derkirin.
Ev yek di demekê de, Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty Internationel) û Human Rights Watch meha borî ragihand, Tirkiye koçberên Sûriyeyî bi zorê dişîne bakurê Sûriyê û lê bicih dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin