Ji ber êrisa Tirkiyê heya niha 300 hezar Kurdî cih û warên xwe terikandiye
PeyamaKurd- Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji destpêka operasyona Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de heya niha 300 hezar Kurdî cih û warên xwe terikandiye
Rewangehê (SOHR) ragihand ku di du rojên dawiyê de bi taybetî sivîlên li Girê Spî, Kobani û Hesekê şûn û warên xwe diterikînin.
SOHR diyar dike ku 40 dibistan bûne stargeh û gelek sivîl liv an stargehan dimînin. Herweha raporta rewangehê dide zanîn ku gelek sivîl diçin malên naskiriyên xwe yên ewletir.
9ê mehê Artêşa Tirkiyê bi piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Tevî ku welatên Ewropî û Amerîka li dijî operasyonê derdikevin jî operasyon dewam dike û di encama êrîşan de dem bi dem xelkên sivîl jî dibin qurbaniyên wî şerî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin