Herkes li benda biryarên Zîrwa Yekîtiya Ereb e

15 April 2018 19:07 0 dîtin
Herkes li benda biryarên Zîrwa Yekîtiya Ereb e

PeyamaKurd-Yekîtiya Ereb bi mijarên gelek girîng yên ku di rojevê de ne dicive. Wezîrên karê derve yên Ereb roja înê bi mijarên zîrweyê civiyabûn û di gelek mijaran de biryaran dabûn. Di nava wan de Îran û Tirkiye di hedefê de bûn.

Di zîrwê de hat daxwazkirin ku li dijî operasyona Efrînê jî derên û di vê babatê de Emarat serî dikşîne. Mijara derketina li dijî operasyona Efrînê ji aliyê rojnama Şerq el-Eswet ve hat ragihandin.

Di civîna 29emîn ya welatên Ereb de, wê behsa êrîşên bi çekên kîmyewî ji aliyê Sûriyê de bêkirin û êrîşên ku ji aliyê Amerîka û hevkarên wî de hatine kirin, li ser wan bê rawestandin.

Mijara mudaxeleya Îranê bo nava karên dewletên Ereb jî di rojevê de ye û di rêza pêş de ye. Li gor ragihandina rojnama Şerq El Eswetê ku reşbeleka encama civîna wezîrên karê derve yên Ereb xistiye destê xwe, Îran û Tirkiye di nava hedefê de ne.