Yekîtiya Ewropa: Em li benda gera duyem in!
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, bersiva pirsa derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyeyê yên doh 14ê Gulanê hatibûn lidarxistin da û li ser gera duyem a hilbijartina serokomarê Tirkiyeyê nirxandin kir.
Leyen di daxuyaniya rojnamevanî ya ligel Serokê Komîsyona YE Charles Michel de, li ser hilbijartinên serokomarî û heyama 28an a parlamentoya Tirkiyeyê got: “Beşdariya zêde ya bo dengdana hilbijartinan nîşaneya girêdana gelê Tirkiyeyê bi saziyên demokratîk e. Ev serkeftina herî mezin a hilbijartinên doh e. Hilbijartin hîn dewam dike. Niha divê em gera duyem bibînin. Em daxuyaniyên di vê derbarê de ji nêz ve dişopînin. Divê em encamên gera duyem bibînin.”
Michel jî ji ber beşdariya zêde ya dengdanê pîrozbahî li hemwelatiyên Tirkiyê kir û ragihand, ew dê encamên vê proseyê bişopînin.
Ji ber ku di hilbijartinên serokomariyê de, namzedên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kilicdaroglu û Sinan Ogan ji sedî 50+1 rêjeya dengdan derbas nekirine, dê gera duyem a hilbijartinên serokomariyê 28ê Gulanê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin