Parlamena Ewropayê ji bo gera duyem a hilbijartinê çavdêran disîne Tirkiyê

23 May 2023 20:43 0 dîtin
Parlamena Ewropayê ji bo gera duyem a hilbijartinê çavdêran disîne Tirkiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çavdêrên Encûmena Konseya Parlamentoya Ewropayê ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ku 28ê Gulanê tê kirin, careke din diçin Tirkiyeyê.

Çavdêrên Parlamentoya Ewropayê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê ragihandibûn ku Erdogan û deshilata wî bi awayekî ne adilane diçin hilbijartinê û hemû mercên  demokratîk bo birêveçûna hilbijartinan nehatine pêkanîn.

Encûmena Konseya Parlamentoya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku ew dê du şandên ji 17 kesan pêk tê, ji bo şopandina hilbijartina 28ê Gulanê bişînin Tirkiyeyê û dê ew şande li herêmên cuda yên Tirkiyeyê dema dengdanê lêkolînan bike.

Hat diyarkirin ku di nav şandên Ewropayê de, pisporên yasayan û Komîsyona Venedîkê dê piştevaniya hiqûqî bidin aliyên siyasî yên Tirkiyeyê.