Parlamena Ewropayê Xelata Sakharov da ‘Jîna Emînî’ û Tevgera Jin Jiyan Azadî

12 December 2023 21:04 0 dîtin
Parlamena Ewropayê Xelata Sakharov da ‘Jîna Emînî’ û Tevgera Jin Jiyan Azadî

PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê, îro 12ê Kanûnê bi merasîmekê da Jîna Emînî û Tevgera (Jin, Jiyan, Azadî) ya Îranî.

Di merasîma li Parlamentoya Ewropayê de, pêşkeşî akademîsyen û parêzerê malbata Jîna Emînî Salih Nîkîbext û çalakvanên mafên jinan Afsûn Necefî û Murşîda Şahînkarî yên ku ji Îranê derketine hate kirin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola got, Xelata Sakharov îsal ji bo azadiya derbirînê ji bo Jîna Emînî û Tevgera Jin, Jiyan, Azadî hate dayîn, wek sembolekê ji hemû mêr, jin û ciwanên mêrxas ên Îranê re.

Roberta Metsola da zanîn: “Tevî gelek zextan jî, wan xebat û têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna guhertinan, berdewam kir. Parlamentoya Ewropayê dê guh bide we û piştgiriyê bide we. Hûn ne bi tenê ne.”

Seroka Parlamentoya Ewropayê bi bîr xist, “Parlamana Ewropa siza li ser çend berpirsên Îranî yên berpirsên tepeserkirina xwepêşanderan kirine sepandine.”

Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi tohmeta binpêkÎirina yasaya hicabê ji aliyê polîsê ehlaqê yê Îranê ve hatibû desteserkirin û piştî 3 rojan ji îşkenceyê, 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyê can dabû. Piştî kuştina Jînayê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên bi diruşma Jin Jiyan Azadî dest pê kiribûn û hêzên Îranê bi tundî bersiva wan dabûn.