Parlamena Ewropayê welatekî li herêma Schengenê zêde kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropayê, biryara xistina Xirwatistanê nav herêma Schengen a bê vîze pesend kir.
Konseya Ewropayê 9ê Kanûna 2021ê raporek amade kiribû û tê de diyar kiribû, Xirwatistan xwedî wan mercên pêwîst ên endamtiya Schengenê ye.
Rapora Konseya Ewropayê li Parlamena Ewropayê li beramber 53 dengên nexêr bi dengên 534 parlamenteran hat pesendkirin û bi vê biryarê re, kontrolên sînorî yên ligel Xirwatistanê jî hatin rakirin.
26 welat di nav herêma bê vîze ya Schengen de cî digirin û welatên ne endamên Yekîtiya Ewropayê yên wekî Norwêc, Îzland, Swîsre û Lihtenştayn jî dikarin bi vîzeya Schengen geştê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin