Welatekî Ewropayê: Heger Rusya û NATO ser bikin…
PeyamaKurd- Serfermandarê Komara Çek, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku şerê li Ewropayê ne li derveyî hegeran e û diyar kir ku divê amadekariyên têrker bên kirin lewra dibe ku Rusya û NATO bikevin nav şerekî û ew ê jî di nav vî şerî de bibin hedef.
Serfermandarê Komara Çek Karel Rehka diyar kir ku li Ewropayê şer ne li derveyî hegeran e û destnîşan kir ku divê bi taybetî di dema aştiyê de amadekariyên têrker bên kirin.
Rehka, di civîna ku ji bo endamên payebilind ên leşkerî li paytext Pragê hat lidarxistin de li ser mijarên rojevê rawestiya û bal kişand ku endametiya NATOyê, li hember gefên muhtemel, girîngtirîn rêgir e.
Karel Rehka got ku di şerê muhtemel di navbera NATO û Rusyayê de Çekya dê rasterast bibe hedef û da zanîn ku divê şiyana şer a artêşa Çek were bipêşxistin û envantera wê were nûjenkirin û da ku ji bo şerekî muhtemel amade be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin