Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku hevkariyan bigihînin koçberan

24 November 2021 11:18 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku hevkariyan bigihînin koçberan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser telefonê bi Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropa re axivî û daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku hevkariyan bigihînin koçberan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Margaritis Schinas re pêwendî danî û rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandayê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa kir, hevkariyên pêwîst bigihînin koçberan. Her du alî hevnerîn bûn ku bazirganên mirovan û torên qaçaxçiyan, koçberan ji bo armancên siyasî bi kar tînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi vegera zêdetir ji 400 koçberan kir ku bi awayekî arazûmandane vegeriyane Herêma Kurdistanê û Iraqê, biryar e jî di demeke nêzîk de, hejmareke din ji koçberan vegerin.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li stratejiya demdirêj a di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa de kir, ji bo danîna sînorekî ji koçkirina neyasayî re. Herwiha daxwaz ji Cîgirê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropa kir, bi rêya pêşxistina pevguhartina bazirganiyê, weberhênana Ewropa û hevkariyên darayî û teknîkî, piştevaniyê li karnameya çaksaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û ev jî bibe sedema zêdebûna derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dubare kir ku pêwîst e civaka navdewletî hevkariyên zêdetir pêşkêşî wan koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne bike.

Her di wê pêwendiya telefonî de, qala wan rêkarên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ve hatine girtin kir, ji bo rê li ber koçkirina neyasayî were girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo pêşwazîkirina li tîmeke teknîkî ku ji Brûkselê ve serdana Hewlêr û Bexdayê bike, ji bo rêkarên pêwîst werin girtin.