Pervîn Buldan: Gera duyem a hilbijartinê teqez di Hezîranê de ye!
PeyamaKurd – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di axaftina xwe ya îro 17ê Çile ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de, careke din bal kişand ser ku ew dê bi namzedê xwe yê serokomariyê biçin hilbijartinên Tirkiyeyê û destnîşan kir, gera duyem a hilbijartina serokomar teqez di meha Hezîranê de ye.
Pervîn Buldan li ser mijara doza girtina HDPê ku ji bo paşxistina biryarê serî li Dadgeha Bilind dane got ku wê HDP neyê girtin û bi namzedê xwe bikeve hilbijartinê ku ew dê di demeke nêzîk de namzedê xwe yê hilbijartinên serokomariyê eşkere bikin.
Li ser dîroka hilbijartinan ku hîn nehatiye diyarkirin jî Buldan diyar kir ku deshilatdarî di nav lêgerîna teqwîmekê de ye û serkeftina HDPê ya hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an bibîr xist:
“Di navbera Nîsan û Gulanê de tifaqek heye. Ez dîroka ku hûnê biçin û venegerin bibêjim. Gera duyem ya van hilbijartinan teqez di Hezîranê de ye û bi taybetî dibêjim ku hûnê nikaribin ji Hezîranê birevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin