Lîderên dinyayê di zîrwa fînansî ya kureyî de hatin cem hev

23 June 2023 23:18 0 dîtin
Lîderên dinyayê di zîrwa fînansî ya kureyî de hatin cem hev

PeyamaKurd – Lîderên dinyayê di zîrwa fînansî ya kureyî de hatin cem hev. Civîn li Fransa Parîsê bi tevlîbûna serokên 40 dewlet û hukumetan ji bo 2 rojan civiyan. Di zîrwê de biryarê dan ku di dezgeyên fînansê de reforman bikin. Ragihandin ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron de hat kirin. Macron ragihand ku bûne hemfikir ku Banka Dinyayê û IMF dê reforman bikin da her dû dezge baştir bixebitin, adilane bixebitin û xwe bînin asta dinya îro.

Di dawiya civînê de serokê dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva axifî û got:

“Divê em bi zelalî vêya bêjin. Banka Dinyayê û IMF bersiva bendeyên dinyayê nadin. IMF bi awayekî nerewa krediyeka zêde daye Arjantînê û em nizanin hukumeta Arjantînê bi temamî bi wî pereyî çi kiriye. Îro rewşa Arjantînê cudaye, têr perê wan tine û nikare perê IMF ê paşde bide. Bi vê mekanîzmayê wê dewlemend her wext dewlemend be û feqîr her wext feqîr be.”

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî got ku divê di şiklê rêvebiriyê û xebatên IMF ê biguhire.

Di metnê reşbeleka Zîrwê de, ji bo di guherîna kêşûhewayê de, ji bo welatên pêşde diçin û ji bo welatên kêm pêşde çûne, soza wan ya bi miqdarê 100 milyar dolarî hebû û dibe îsal soza xwe bicîh bînin.