Ji Guterres ji bo lîderên dinyayê: Bikevin nav tevgerê
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, berya civîna giştî ya endamên NY ku di hefteya pêşiya me de dê bibe, bang li lîderên diyayê kir û got:
“Bikevin nav tevgerê û ji bo li hev bikin dilxwazê dayîna tawîzan bin.”
Guterres, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de li New Yorkê da. Guterres ji bo civîna hefteya bê, navê wê kir ‘G193’ û got ku di navbera mijarên hefteya pêşiya wan de, ‘hedefên geşepêdanê yên dewamî’, ‘têkoşîna bi guherîna kêşûhewayê re’,’veberhênan û temîna fonan’, ‘ceribandinên tendursitiyê’ û ‘pevçûnên li deverên cuda yên dinyayê’ ne. Antonio Guterres di dewama daxwuyaniya xwe de got:
“Banga min ji bo lîderên dinyayê zelal e. Ne wexta durûtiyê û cîhgirtinêye. Ne wexta bê biryariyê û xwe kişandina paşda ye. Wext, wexta hatina cem hev e û pêşkêşkirina çareseriyên pratîke. Ji bo paşerojên baştir wexta dayîna tawîzaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin