Guterres serdana deriyê Refahê kir: Divê TIRên alîkariyê bilez bi rê bikevin!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Anatonio Guterres, serdana Deriyê Sînorî yê Refahê kir ku tekane deriyê vekirî yê Xezeyê bi Misrê re ye.
Guterres bal kişand ser ku lihevkirin çêbûye ji bo ku alîkariyên mirovî bigihînin Xezeyê, lê divê agirbesta mirovî jî bê ragihandin da ku ew prose bi hêsanî û bi silametî bê kirin.
Guterres di serdana deriyê Refahê de ragihand, "Divê bilez barhilgirên alîkariyê ji bo biçin Xezeyê bikevin rê û pêwîstî pê heye her roj hejmarek TIR derbas bibin.”
António Guterres, herwiha diyar kir ku ji bo alîkariya xelkê Xezeyê pêdiviya fonên zêdetir heye û li ser şerê berdewam ê Îsraîl û Hamasê got, ew her cûre êrîşên sivîlan û binesaziyê dikin armanc şermezar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin