Guterres: Li seranserê dinyayê jimara muhtacên alîrakiya mirovî %30 zêdetir bûye
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, di konseya aborî û civakî ya Neteweyên Yekgirtî (ECOSOC) de axifî û got li seranserê dinyayê jimara mirovên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî hene %30 zêdetir bûye û jimara wan gihaye 360 milyonî. Guterres got ku sedema vê zêdebûnê pevçûn û şerên nu yên ku li dinyayê didin destpêkirinin.
Guterres ragihand ku jimara kesên ji ser cîhên xwe rabûne gihaye 110 milyon kesî û 260 milyon kes jî bi sedema bê baweriya xidayê bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Guterres weha dewam kir:
“Ji bilî şer û pevçûnan, bûyerên ku bi dewra Kovid-19 ê de destpêkirin, bi îşxala Rûsyayê ya Ûkraynayê re, tengasiyên navdewletî yên aborî li sehayên qels dixin û xwe di wan de nîşan didin. Krîza kureyî ya mirovî delîla zemanê me ye ku em li hemberê pirsgirêka herî girîng bi hevre tevnagerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin