Mesrûr Barzanî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pîroz kir

27 January 2021 20:09 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Derve yê nû yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber hatina ser wê postê pîroz kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser twitterê pîrozbahî li Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken kir.

Serokwezîr Barzanî navê Antony Blinken nîşan kir û wiha got:

“Bi boneya wergirtina baweriyê wek wezîrê nû yê derve yê Amerîka pîrozbahiyê li we dikim û kêfxweş im ku bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên stratejîk yên di navbera Amerîka, Kurdistan û Iraqê de bikin û bi hevre kar bikin ji bo pêkanîna aramiyê li navçeyê.”

Antony Blinken doh 26ê Çileyê 2021ê, bi piraniya dengên Kongresa Amerîkayê wek wezîrê nû yê derve yê Amerîka bawerî stand û dest bi kar kir.

Blinken diplomatkarekî bi ezmûn ê Amerîkayî ye û di rêveberiya Obama de jî cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bû û çend caran serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye û bi serkirdatiya Herêma Kurdistanê re civiyaye.