Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser mosekbarana li Hewlêrê bi Mesrûr Barzanî re axivî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, bi pêwendiyeke telefonî, li ser moşekbarana Hewlêrê axivîn.
Çend moşek şeva borî li nav bajarê Hewlêr û balafirxane û çend cihên din yên bajêr ketin. Piştî êrîşê, Wezîrê Derve yê Amerîka telefonî Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Di wê pêwendiyê de, guftûgo li ser êrîşa moşekî ya Hewlêrê hat kirin û her du aliyan hevxemiya xwe li ser qurbaniyên êrîşê nîşan dan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, êrîş weke êrîşeke tirsonek bi nav kir û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka kir, piştgîriyê bide bo lêkolînên hevbeş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, ji bo êrîşkar bên diyarkirin û dadgehkirin. Di derbarê vê de, her du alî hevnêrîn bûn ku pêwendî berdewam bin.
Herwiha her du aliyan di wê pêwendiya telefonî de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin