Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Li Hewlêrê dîplomat û hêzên me bastir tên parastin

14 January 2020 12:54 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Li Hewlêrê dîplomat û hêzên me bastir tên parastin

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, derbarê serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Hewlêrê û neçûna bo Bexdayê de ragihand, wî lewma serdana Hewlêrê kiriye çimku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê baştir navendên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê diparêze.”

'Hikûmeta Kurdistanê navendên dîplomatîk ên Amerîkayê û hêzên wê diparêze'

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, David Schenker di civîneke rojnamevaniyê de amaje bi serdana xwe ya herî dawî ya bo navçeyê û bi taybet serdana bo Hewlêrê û neçûna xwe bo Bexdayê kiriye û ragihandiye: “Min hest kir dikarim biçim Hewlêrê, ku li wê derê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê bê mînak navendên dîplomatîk ên Amerîkayê û hêzên wê diparêze.”

'Em wek Amerîkayê piştgirî li iraqeke yekgirtî dikin.”

Derbarê piştgiriya li Kurdistaneke serbixwe û twitta senatorê Amerîkî Mark Robio de ku pirsîbû, ‘gelo ma niha ne dema piştevanîkirina li serxwebûna Kurdistanê ye’, David Schenker gotiye, “em wek Amerîkayê piştgirî li iraqeke yekgirtî dikin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, roja Pêncşemê 09.01.2020 serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li gel her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.