Antony Blinken bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî

07 July 2022 11:27 0 dîtin
Antony Blinken bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî.

Çapemeniya Îsraîlê diyar kir, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken telefonî Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid kir û di pêwendiya telefonî de her du aliyan qala rewşa deverê û çend mijarên din kirine û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Îsraîlê re gotiye ku Amerîka li hember gefên Îranê berdewam e li ser berevanîkirin ji Îsraîlê.

Li gor zanyariyan, tê pêşbînikirin ku di nava vê mehê de Serokê Amerîkayê jî serdana Îsraîlê bike.