Blinken, li ser wendahiyên Amerîkî yên li Îsraîlê axivî
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku ew ji bo hînbûna zanyariyên rastîn ên di derbarê Amerîkiyên ku li herêmê ji ber êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê hatine wendakirin û hatine kuştin, hewil didin.
Antony Blinken ji CNNê re axivî û got ku "Agahiyên ku gelek Amerîkî hatine kuştin tên ber destên me. Ji bo piştrastkirina vê yekê em zêde dixebitin. Her wiha agahî hene ku wendayên Amerîkî jî hene, em ji bo piştrastkirina van agahiyan jî dixebitin."
Bilnken diyar kir ku fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden ew e ku “heger pêwîst bike, ji bo êrîşên ku ji Hamasê tên, çi hewcedariya Îsraîlê hebe, bê dabînkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin