Fîdan bi hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re axivî

10 December 2024 10:59 0 dîtin
Fîdan bi hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, Tirkiye tu carî rê nade rêxistinên terorîst ji rewşa Sûriyê sûd werbigirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatin girtin, Fîdan bi Blinken re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Fîdan ji hevtayê xwe Blinken re bal kişand ser girîngiya yekparçeyiya axa Sûriyê û yekîtiya siyasî û diyar kir ku Tirkiye tu carî rê nade ku rêxistinên terorîst ji rewşa Sûriyê sûd werbigirin.

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku giring e civaka navdewletî piştgiriya gelê Sûriyê bike ji bo avakirina jêrxana ku bi salan e hatiye paşguhkirin, Fîdan diyar kir ku divê hewl bê dayîn ku bênavber gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re were misogerkirin.