Hakan Fîdan û Blinken bi telefonê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li ser geşedanên Îsraîl û Filistînê û proseya berfirehkirina NATOyê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re bi rêya telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Blinken re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de nehiştina şer û pevçûnên li Gazzeyê li herêmê, xebatên ji bo serbestberdana kesên dîl, lezgîniya avakirina korîdora alîkariyên mirovî û pêvajoya berfirehkirina NATOyê hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin