Blinken û Fîdan bi telefonê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan doh bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re bi telefonê axivî.
Di axaftinê de Blinken ji ber êrîşa pêr a li Enqereyê pêk hat sersaxî xwest.
Di nûçeya ku di TRTê de li ser çavkaniyên dîplomatîk hat weşandin, hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken bi telefonê axivîn.
Di axaftinê de Wezîr Fîdan bal kişand ser wê yekê ku rewşa mirovî bi taybetî li bakurê Xezzeyê gihiştiye asteke karesatê û bal kişand ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî yên bênavber ji bo Xezzeyê.
Di axaftinê de geşedanên dawî yên li Lubnanê jî hatin nirxandin. Wezîr Fîdan bal kişand ser wê yekê ku divê hemû alî bi nermî tevbigerin da ku şer li herêmê belav nebe, wezîr Fîdan dûbare kir ku divê bê wendakirina demê, li Xezzeyê agirbest were ragihandin û Îsraîl dawî li êrîşên xwe yên li ser Lubnanê bîne.
Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Ukraynayê jî hate nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin