Lavrov û Blinken, bi telefonê axivîn
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re axivî.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtina ku bi însiyatîfa aliyên Amerîkî hat lidarxistin de girtina Evan Gershkovich ku di rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî de dixebitî, hat gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku Lavrov diyar kir ku nayê qebûlkirin Amerîka vê bûyerê mezin bike.
Her wiha hat diyarkirin ku Lavrov ji Blinken re got, “Mijara girtina rojnamevanê Amerîkî bi awayê diyarkirî ji Balyozxaneya Amerîkî re hatiye ragihandin.”
Li gorî ragihandinê, Lavrov da zanîn ku dadgeh dê di derbarê pêşeroja rojnamevanê ku bi îdiaya wî hewil dide agahiyên ku wekî raza dewletê tê dîtin, biryarê bide û divê Amerîka rêzê li biryara rêveberiya Rusyayê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin