Blinken û Lavrov di rêya telefonê de axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di rêya telefonê de li ser basketbolîsta ku li Rûsyayê ji aliyê Rûsya de hatibû girtin ya bi navê Brittney Griner û leşkerê Amerîkayî Paul Whelan ji bo serbest bên berdan axifîn.
Piştî destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê cara yekeme ku her dû wezîr diaxfin. Piştî axaftina her dû wezîran Blinken weha got:
“Ji bo Kremlin Paul Whelan û Brittney Griner serbest berde û daxwaza me qebûl bike min gelek israr kir. Lê ez nikarim bêjim wê Rûsya wan serbest berde an bernede.”
Axaftina navbera her dû wezîran 25 deqe dewam kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin