Lavrov bi hemkarê xwe Blinken re bi telefonê axifî

12 February 2022 18:36 0 dîtin
Lavrov bi hemkarê xwe Blinken re bi telefonê axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov, bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Blinken re axifî. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku Lavrov di telefonê de ji Blinken re gotiye ku Amerîka û hevkarê wê kampanya ‘êrîşkariya Rûsyayê’ dimeşîne.

Lavrov, ragihandiye ku ev kampanya rêvebirên Kievê teşwîq dike ku peymanên Minskê sabote bike û pirsgirêka Donbasê bi zorê çareser bike. Di hevdîtinê de belgeyên ku ji NATO û Amerîkayê hatine sitendin û belgeyên ku bên pêşkêşkirin, wê di navenda hevdîtinan de ev mijar hebin.

Lavrov ragihandiye ku tevgerên yekîtiya ewlehiya herêma Awrûpa- Atlantîkê, sozên ku di asta bilind de hatine dayîn, îhlala wan nayê qebûlkirin. Her dû teref her weha behsa tekiliyên du alî yên di rojevê de kirine.