Tayip Erdogan bi hemkarê xwe yê Misrê bi es-Sisi re bi telefonê axifî

20 December 2023 23:36 0 dîtin
Tayip Erdogan bi hemkarê xwe yê Misrê bi es-Sisi re bi telefonê axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Misrê bi Abdulfettah es-Sisi re axifî.

Di xaftinê de behsa êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê, alîkariya mirovî kirin. Her weha ji bo agirbesekî mayînde behsa girîngiya tevgera welatên Ereb ya bi hevre kirin.

Erdoğan, bi sedema ku Es-Sisi ji nûh de cara sêyem bû serokê Misrê, wî pîroz kir û xwest ku di dewra nûh de têkiliyên her dû welatan bêhtir xwurt û baştir dewam bike.