Wezîr Guler bi hevtayê xwe yê Amerîkî Austin re axivî

25 December 2024 12:00 0 dîtin
Wezîr Guler bi hevtayê xwe yê Amerîkî Austin re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin re bi telefonê axivî.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku Guler û Austin îro (doh) bi telefonê axivîn û wiha hat gotin, "Di hevdîtinê de têkiliyên dualî û mijarên parastin û ewlehiya herêmê bi taybetî Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin."

Her du wezîran herwiha li ser hemahengiya operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyê jî gotûbêj kirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) General Pat Ryder di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got: "Wezîr Austin tekez kir ku hevrêziya nêzîk û berdewam ji bo berdewamiya serkeftina mîsyona DAIŞê pir girîng e."

Ryder herwiha got, "Wezîr Austin û Wezîr Guler herwiha li ser girîngiya diyarkirina şert û mercên ku dê Sûriyeyeke ewletir û bi îstiqrartir pêk bîne gotûbêj kirin."

Ev pêwendiya telefonî du hefte piştî rûxandina rêjîma Beas li Sûriyê bi serokatiya serokê îstifakirî Beşar Esed pêk hat.