Antony Blinken bi Serokê Mossadê û Balyozê Îsraîlê re civiya

30 April 2021 10:59 0 dîtin
Antony Blinken bi Serokê Mossadê û Balyozê Îsraîlê re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken, bi Serokê Sazîya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) û Balyozê Îsraîlê yê li Washingtonê re civînek pêk anî.

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, karbidestên Îsraîlê ‘‘fikarên kûr’’ yên ji ber kiryarên Îranê çêbûne, ji Blinken re gotine.

Şêwirmendên ewlekariya neteweyî yên Amerîka û Îsraîlê jî vê hefteyê kom bûbûn.

Berpirsên Îsraîlê didin zanîn, ger hewce bike ew ê li dijî Îranê dest bi hin tevgeran bikin.

Serokê berê Donald Trump, di sala 2018an de Amerîka ji peymana navokî vekişandibû û dijî Îranê toleyên aborî ragihandibûn. Serok Joe Biden hewil dide Amerîka vegerîne peymana navokî ya sala 2015an.

Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Eli Cohen, roja Pêncşemê ji Reutersê re destnîşan kir, ger Amerîka û hêzên din bi Îranê re peymaneke din çêkin, ew ê bivênevê şer çêbibe.

Herwiha Cohen eşkere kir, ‘‘peymaneke xerab’’ dê li herêmê cengê gur bike.

Danûstandinên Amerîka û Îranê yên nerasterast, li Vîyanayê didomin.

Tehran diyar dike, ger Washington dawî li hemî toleyan bînê, ew ê vegerin peymana navokî.