Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya hêzên ewlekariyê kir

09 October 2021 00:23 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya hêzên ewlekariyê kir

PeyamaKurd - Bi sedema tevlîbûna hilbijartinê bi jimareka zêde, yên hêzên ewlehiyê yên herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo tevlîbûna hilbijartinê sipasiya hêzên ewlekariyê kir. Barzanî weha got:

“Di dengdana li Herêma Kurdistanê de, bi sedema ku bi jimareyekî zêde tevlî dengdanê bûne ez sipasiya hêzên ewlehiyê yên qehreman dikim.”

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê hêzên ewlehiyê, koçber û mehkûm di roja taybet ya dengdanê de, dengên xwe dan û dengdan heya êvarê siet 18.00 an dewam kir.

Mesrûr Barzanî piştî dengdan qediya di ser hesabê xwe yê Twitterê de sipasiya xwe ji bo hêzên ewlekariyê ragihand. Xelkê Kurdistanê û yê Iraqê wê di 10 ê mehê de here ser sindoqan û dengê xwe bide. Ji ber îro hêzên asayîşê dengên xwe dan, wê di 10 ê mehê de karibin bi xwurtî asayîşa herêmê biparêzin. Li ser dengdanê û roja hilbijartinê serokwezîr Barzanî weha got:

“Ji ber bi jimareyeka zêde qehremanên hêzên ewlehiyê tevlî hilbijartinê bûne, sipasiya wan dikim. Ez bi temamî bawerim wê hêzên ewlehiyê di roja yekşemê de, xwediyê wê erkêne ku hilbijêran biparêzin.”

Li Herêma Kurdistanê di roja taybet ya dengdanê de 181 navendên dengdanê hebûn û mafê 331.600 kesan hebû ku dengên xwe bidin.