Nêçîrvan Barzanî û Blinken: Pêwiste îstîqrara têkiliyên Bexda û Erbîlê hebin
PeyamaKurd – Di konferansa Munihê ya 59em ya ewlehiyê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta xwe ve xebatên xwe yên dîplomatîk dewam dike û îro bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blin re civiya. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser hevdîtinên dawiyê yên heyeta Iraqê ku seredana Washingtonê kiribûn, pêşdebirina peymana stratejîk ya di navbera Amerîka ku bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re îmze kiribûn ,li ser rewşa Iraqê danûsitendina ramanan kirine.
Blinken ragihand ku ew girîngiyê dide pêwendiyên navbera Amerîka yên bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê û behsa girîngiya îstîqrara têkiliyên navbera Erbîlê û Bexdayê kiriye. Divê pirsgirêkên navbera her dû terefan çareser bibin.
Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û behsa girîngiya Amerîkayê kir ku çawa destekê dide rû bi rûbûna Erbîl û Bexdayê da arîşeyan çareser bikin. Di pey hevdîtinê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de daxwuyanî da û got ku di konferansa Munihê de bi Blinken re di asta konferansê de, ji ber hevdîtinê dilxweşiya xwe aniye ziman û ragihand ku xwurtkirina hevkariya Amerîkayê bi Iraq-Kurdistanê re dubare kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin