Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Sekreterê nû yê NATOyê kir

01 October 2024 19:18 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Sekreterê nû yê NATOyê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Cotmehê destbikarbûna Serokwezîrê berê yê Holandayê Mark Rutt wek Sekreterê Giştî yê

Serokwezîr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ez pîrozbahiyeke germ li hevalê xwe Mark Rutte dikim, bi boneya bûna wî ya Sekreterê Giştî yê NATOyê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez hêvî dikim ku bi wî re li ser mijarên ku di berjewendiya me de ne, karên hevbeş bikin.”

Hêjayî gotinê ye, îro 1ê Cotmehê Serokwezîrê berê yê Holandayê Mark Rutte, li baregeha NATO ya li Brukselê peywira Sekreterê Giştî yê NATOyê bi merasîmekê ji Jens Stoltenberg wergirt û dest bi kar kir.