Sûdanî Serokomarê nû yê Îranê Pezeskiyan vexwend
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî Serokê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan vexwendibû ku serdana wî welatî bike.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Sûdanê de hat ragihandin ku Serokwezîrê Sûdanê ji bo xurtkirina pêwendiyan û gotûbêjkirina mijarên cuda Mesûd Pezeşkiyan vexwendiye Iraqê.
Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de ku Serokwezîrê Iraqê Mesûd Pezeşkiyan pîrozbahî li Mesûd Pezeşkiyan kiriye, behsa têkiliyên navbera Bexda û Tehranê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya hewlên ji bo karkirina hevbeş li ser mijarên ewlehî û aborî hat kirin.
Li Îranê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan di tûra duyemîn a hilbijartinên dewra 14emîn a Serokomariyê de bi wergirtina ji sedî 53.7ê dengan bû 9emîn Serokomarê welêt.
Di sindoqên ku li tevahiya welêt bi qasî 59 hezar navendan hatin danîn bi tevahî 30 milyon û 530 hezar û 157 deng hatin bikaranîn. Pezeşkiyan di tûra duyemîn a hilbijartinê de ji sedî 53,7ê dengan (16 milyon û 384 hezar û 403 deng) sitend.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin