Trump, William Roback rêkire Rojhilatê Sûriyê!
PeyamaKurd- Balyozê Amerîkî William Roback li Başûrê Rojhilatê Sûriyê, bajarên Reqqa û Tabqa ziyaret kirin.
Balyozê Amerîkî William Roback li Tabqayê bi Serokê Meclîsa Tabqayê Hamid el-Farac, Serokê Komîteya Meclîsa Îdareyê Hind el-Alî û endamên meclîsê re civînek pêk anî. Civînê 4 seetan dewam kir.
Li gorî agahiyan Roback gotiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ew ji bo dosyaya Sûryê wezîfedar kiriye. Di çarçoveya vê wezîfeyê de, wê bajarên ku li Rojhilatê Firatê dimînin, ziyaret bike. Di van ziyaretan de wê li ser hewceyiyên herêmê, avakirina bingehîn û alîkariyên ji bo gelê herêmê bisekine.
Roback di civînê de eşkere kiriye ku ji ber ku li herêmê IŞÎD careke dî tevdigere, Amerîka bi tirs e û li ser vê mijarê disekine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin