Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya SOMOyê sermezar kir: Serekî polîtîk dane destpêkirin!

26 August 2022 19:02 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya SOMOyê sermezar kir: Serekî polîtîk dane destpêkirin!

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê bersiv da daxuyaniya kompaniya petrolê ya girêdayî hikûmeta Iraqê SOMOyê û daxuyanîya wan şermezar kir.

SOMOyê 23yê Tebaxa 2022yan ragihandibû ku ew dê li dijî kompanî û bazirganên petrola xam a Herêma Kurdistanê dozê vekin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê ragihand ku ew daxuyaniya SOMOyê bi agahiyên nerast û berovajîkirî tije ye û beşek ji şerê siyasî ye.

Herwiha hat gotin, “Ev şerê SOMOyê hewldaneke ku hevdîtinên Bexda û Hewlêr asteng bike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxuyaniya SOMOyê yek ji hewldana polîtîk a li ser bingeha biryara Dadgeha Federal a Iraqê ye û wiha hat gotin: “Dadgeha Federal a Bilind tune ye û ti pabendbûnek bi biryara wê nîne. Sedem jî Dadgeha Federal hîn li gorî Destûra Federalî nehatiye pêkanîn. Lewra jî ne li Iraqê ne jî li devereke din ti giraniyeke yasayî ya biryarên wê nîne.”