110 koçberên li sînorê Polonya asê mane vedigerin Iraq û Kurdistanê

26 December 2021 21:26 0 dîtin
110 koçberên li sînorê Polonya asê mane vedigerin Iraq û Kurdistanê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku 110 koçberên din ên Iraqî ku li ser sînorê Polonaye asê mane vegerin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf da xuyakirin, 110 koçberan pêwendî bi balyozxaneya Iraqê ya li Polonyayê kirine û wê bi biryara xwe vegerin.

Sehaf daye zanîn, vegera wan bi hevahengiya bi aliyê Lîtvanya re ye û wê bi riya balafirgeha Hewlêr û bexdayê vegerin.

Beriya niha bi hezaran koçberên ku beşeke mezin ji wan Kurd û Erebên Iraqê bûn, li ser sînorê navbera Belarus û Polonyayê asê mabûn. Hejmarek zêde ya wan koçberên dixwestin bi qaçaxî derbasî nav erdên Yekîtiya Ewropayê bibin û rê bo nehatibû dayîn bi  çend karwanan vegeriyabûn Iraq û Kurdistanê.