Hikûmeta Almanya li ser koçberên sînorê Polonya-Belarûsê daxuyaniyeke Kurdî belav kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanya daxuyaniyeke bi Kurdî derbarê koçberên li ser sînorê Polonya-Belarûsê de belav kir.
Di daxuyaniya ku Ofîsa Wezareta Derve ya Almanyayê li ser twitterê belav kiriye de, gotegotên ku dibêjin, otubus ji bo sînorê Polonya-Belarusê ji bo veguhastina koçberên ser sînor hatine şandin red kir.
Ofîsa Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Gotegotên ku dibêjin, qaşo Almanya otobus şandine ji bo anîna xelkê ji Belarusê bi rêya Polonyayê, ne rast in.”
Herwiha tê gotin, “Kî van derewan belav dike, xelkê dixe nava xeteriyeke ne hewce.”
ئەو دەنگۆیانەی باس لەوە دەکەن، گوایە ئەڵمانیا پاسی ناردوون بۆ هێنانی خەڵکی لە #بێلاروسیاوە لە ڕێی #پۆلۆنیا راست نین. ئەوەی لەم جۆرە درۆیانە بڵاو دەکاتەوە، خەڵکی دەخاتە مەترسییەکی ناحەوجێ. #RumoursAboutGermany pic.twitter.com/Y9dreFYpOL
— GermanForeignOffice (@GermanyDiplo) November 14, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin