Bi qasî 400 koçberên Kurd li sînorê Belarus-Polonyayê asê mane
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ev çend roj in 400 welatiyên Kurd ên dixwazin biçin Ewropayê li sînorê Belarus-Polonyayê asê mane.
Li gorî zanyariyan, polîsê Polonyayê rê nade ew koçber derbasî welatên din ên Ewropayê bibin.
Rojnamevan û nivîskarên Kurd Hejarê Şamil ku endamê Komîteya Alîkariya Penaberên Kurd e li ser mijarê daye xuyakirin ku wan du roj berê serdana wan koçberan kiriye û di rewşeke xirab ne.
Şamil dibêje, wan alîkarîyên pêwîst gihandina koçberên Kurd û gotiye, “Hin ji koçberan Kurdên Êzidî ne. Rewşa wan pir xirab e, lê me heta radeyekê pêdiviyên wan bicih anîn.”
Şamil ji K24ê re daye xuyakirin ku ji bilî koçebrên Kurd yên Ereb, Fars û Afgan jî li sînor asê mane û welatên ewropî wan qebûl nakin ku ti alîkariyek ji bo wan nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin