Parlamenterê PDKê: Heta dawiya Îlonê wê Hewlêr û Bexda li hev bikin
PeyamaKurd - Endamê encûmena nûnerên Iraqê Beyar Doskî aşkera kir, heta dawiya meha Îlonê Hewlêr û Bexda dê li ser proje yasaya budceya 2020an li hev bikin.
Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Beyar Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Iraqê divê heta dawiya meha Îlonê projeya budceya sala 2020an amade bike, ji ber wê jî divê berî dawiya meha 9 ango meha Îlonê rêkeftinekî li ser proje budceyê pêkbîne.’’
Herwiha Doskî got: ‘’Berî proje budceya sala 2020an rêbike bo encûmena nûnerên Iraqê, divê Hewlêr û Bexda bigehin rêkeftinê, ango di vê mehê de dê rekeftin pêkbê.’’
Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî berî naha di civîneke çapemeniyê de ragehandibû, Hewlêr û Bexda nêzîkî rêkeftinê bûne û demek nêzîk de jî şandeya Hewlêrê dê biçe Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin