'Dibe ku heta dawiya Îlonê ENKS û PYD bigihin rêkeftinê'

11 September 2020 18:24 0 dîtin
'Dibe ku heta dawiya Îlonê ENKS û PYD bigihin rêkeftinê'

PeyamaKurd -  Civînên ji bo yekrêziya Kurdî-Kurdî yên navbera partiyên PYNK û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengiya wan dike, bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û nûnertiya Amerîkayê civînên xwe berdewam dikin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku li ser bingeha rêkeftina Duhokê ya 2014an danûstandinên yekrêziyê wê bên kirin û di pirsên pişikdariya rêveberiyê de pêşketin hatibûn bidestxistin ku li ser pirsa leşkerî û berevaniyê jî danûstandin berdewam dikin.

Li gorî zanyariyên K24ê ji Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, ji bo yekîtiya kurdan civîn berdewam in û dibe ku heya dawiya meha îlonê herdu alî li hev bikin û rêkeftinek were pêkanîn.

Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokrat (MSD) Emîna Omer li ser danûstandinên berdewam gotiye; "Ev yekrêzî gelek girîng e. Em wekî MSD piştevaniyê dikin. Fêdeya yekîtiya kurdan dê ji bo hemû pêkhateyên deverê hebe."