Yekem karwana Hecîyan bi rê dikeve

12 June 2022 15:40 0 dîtin
Yekem karwana Hecîyan bi rê dikeve

PeyamaKurd - Desteya Hec û Umre ya Iraqê ragihand ku roja Sêşemê yekem karwanê Heciyên Iraqê ber bi Siûdiyê ve birê dikevin.

Li gorî daxuyaniya Desteya Hec û Umre ya Iraqê roja 14ê Hezîranê yekem karwana Heciyan bi rêya balafirgeha navnetewî ya Bexdayê ve ber bi Medîne ya Siûdiyê ve dê birê bikevin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê Hecî bi rêya balafirgehên Bexda, Hewlêr, Silêmanî, Necef û Besrayê biçin Erebistana Siûdî ku ew balafirgeh rojane wê 3 heta 5 seferên Heciyan bikin.

Kesên bi rêya bejahî biçin Hecê jî wê roja 18ê mehê bi rêya deriye Erer geşta wan destpê bike û di nav 6 rojan bidawî bibe.