Rapirsî: Ew namzed, di gera yekem de bi ser dikeve!

13 March 2023 00:30 0 dîtin
Rapirsî: Ew namzed, di gera yekem de bi ser dikeve!

PeyamaKurd- Hilbijartinên Serokomarî û Parlametoya Tirkiyeyê dê 14ê Gulana 2023yan de bên kirin. 

Li gorî Kompaniya Rapirsiyê ya PÎARê, Namzedê Tifaqa Milet a opozîsyona Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di gera yekem a hilbijartinê de bi ser dikeve.

Encamên rapirsiyê ku li 12 bajaran bi hezar û 460 kesî re bi rêbaza rapirsiya telefonê ya bi piştgiriya komputerê hatiye kirin, hatin parvekirin.

Li gorî vê yekê, namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, di gera yekemîn de bi rêjeya ji % 57,1 bi ser ket. Rêjeya dengên Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan ji % 42,9 e.

Ji berşdaran hat pirsin,"Heger vê yekşemê hilbijartinên giştî çêbibin, hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî?" 

Belavkirina bersivên pirsê piştî ku kesên bêbiryar hatin belavkirin wiha ye:

CHP: Ji % 32,3

AK Partî: Ji % 30,8

HDP: Ji % 11,6

IYI Partî: Ji % 8,3

MHP: Ji % 7,1

Partiya Gelecekê: ji % 3,7

Partiya DEVAyê: Ji % 2,1