Welîahd Prensê Erebistana Saûdiyê, bi serokê Îranê yê demkî re axifî û taziyên xwe ragihand

24 May 2024 23:27 0 dîtin
Welîahd Prensê Erebistana Saûdiyê, bi serokê Îranê yê demkî re axifî û taziyên xwe ragihand

PeyamaKurd -  Welîahd Prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed Bin Selman, bi serokê Îranê yê demkî Muhammed Muxbîr re di rêya telefonê de axifî û taziyên xwe ji bo wefata serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û 7 hevalên wî yên di qeza helîkopterê de miribûn, ragihand.

Li gor ajansa Erebistanê SPAyê, Selman ji bo Reîsî, Abdullahiyan û kesên di qezayê de mirine taziyên xwe di rêya Muxbîr de ji bo malbatên miriyan û xelkê Îranê araste kiriye.

Serokê dewleta Îranê yê demkî Muxbîr jî sipasiya xwe ji bo welîehdê Erebistana Sa’ûdiyê Muhammed Selman kir. Her dû teref her weha li ser pêşdebirina têkiliyên her dû dewletan bûn hemfikir.