Antony Blinken bi welîahdê Erebistana Saûdî bi Selman re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Erebistana Saûdiyê li payîtext Riyadê bi welîahd Prens Muhammed bin Salman re civiya. Di hevdîtinê de behsa aştiya li Xezzayê û herêmê bê tesîskirin û behsa zêdekirina alîkariya mirovî kirin.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku her du teref li ser berdana rehîneyan, alîkariya ji bo Xezzayê û agirbesa lezgîn ya navbera Îsraîlê û FîlÎstînê axifîne û weha got:
“Wezîr û welîahd Perens besha entegrasyona zêde ya navbera welatên herêmê, pêşdebirina têkiliyan ya navbera Erebistanê û Amerîka, di herêmê de pêkanîna aştiyê û xebatên ji bo ewlehiyê kirine. Her weha li ser mijara êrîşên li Derya Sor kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin