Îstixbarata Tirkiyê girt ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtin

03 June 2023 13:32 0 dîtin
Îstixbarata Tirkiyê girt ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtin

PeyamaKurd Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê, Îstixbarata Tirkiyê girt ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, roja Pêncşemê hejmarek endamên Îstixbarata Tirkiyê girtine ser mala welatiyê Kurd Nûrî Îzet Erebo li nav bajarê Cindirêsê û welatiyê navborî desteser kirine.

Rêxistina navborî eşkere kir, di heman demê de, Îstixbarata Tirkiyê girtiye ser mala welatiyê Kurd Sibhî Mîro ku xelkê gundê Tilsilorê ye, û ew jî desteser kiriye.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê destnîşan kir, her du welatî ji bo cihekî ne diyar hatine birin û heta niha çarenivîsa wan nehatiye zanîn.