Çekdarên Tirkiyê 3 welatiyên Kurd ên ji Efrînê girtin
PeyamaKurd - Li derdora Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd hatin girtin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kir, Tirkiyê 3 welatiyên Kurd ên bi temen, ji gundê Şuydirya yê ser bi Cindrêsê ve desteserkirin e û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin e.
Herwiha li gor hat diyarkirin, sedema girtina wan kesan jî nehatiye zanîn.
Ji dema dagîrkirna Efrînê ya ji Adara 2018an ve û heta niha, çekdarên bi ser Tirkiyê ve, ji 2 hezar welatiyên Kurd zêdetir kes desteserkirine û revandine. Çarenivîsa gelek yên ji wan jî, ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin